Protestoyên li Tûnûsê dewam dikin

Li Tûnûsê piştî ku rojnamevanekê xwe şewitand û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên ji bo başkirina mercên jiyanê hatibû destpêkirin dewam dikin.

Li Tûnûs a ku bi serhildanên ‘Bihara Ereban’ lê geş bû, beriya hilweşîna salvegera 8’an a rejîma Bîn Elî li gelek bajaran xwepêşandan ji nû ve destpê kirin. Çalakvan mercên jiyanê yên xirab dibin protesto dikin.

Beriya niha bi 8 salan a kesê bi navê Muhamed Bûazîzî ku agir berdabû bedena xwe û şûnde, çîrûskên şoreşa ku rê li ber hilweşîna rejîma Bîn Elî vekiribû pêk ketibûn û pêvajoya bi navê ‘Bihara Ereban’ hatibû binavkirin destpê kiribû.

Vê carê jî li bajarê Kassarînê rojnamevan Abdul Rezzak Zorgûî agir berda bedena xwe.

Rojnamevanê 34 salî ku di dîmenê bi qasî 20 deqeyî li pey xwe hiştî de, gotibû: “Ji bo welatiyên Karssarîn ên nikarin dahata xwe pêk bînin, îro dest bi şoreşekê dikin.” rojnamevan ev tişt li gotinê xwe zêde kiribû: “Ev 8 sal in li kar digerim, lê tine. Her tişt direw in.”

Piştî vê çalakiyê û şûn de her roj ciwan dadikevin qadan û bi polîsan re şer dikin.

Kassarîn bû yek ji bajarên destpêk ku di dawiya sala 2010’an de bi xwepêşandanên protestoyî yên li dijî rejîma Bîn Elî bi encamgir bûye.

Tevî demokrasiya li welat, çalakiyên protestoyê bi rêk û pêk li bajar dewam dike. Welatiyên bajar, narazîbûn nîşan dikin ku ji aliyê desthilata navendî ve terkî qedera wan hatiye kirin.