Pompeo piştî Bakur çû Koreya Başûr

Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo piştî serdana xwe ya ji bo Koreya Bakur çû Koreya Başûr. Pompeo wê bi Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-in re bicive.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo piştî hevdîtina bi Koreya Bakur re çû Koreya Başûr.

Tê payîn ku Pompeo îro bi Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-in re bicive. Pompeo wê piştre bi Serokwezîrê Koreya Başûr Kang Kyûng-wha re jî bicive.

Wezîrê DYA li Başûrê Koreyê daxuyanî da û têkildarî hevdîtinên bi Koreya Bakur re agahî da. Pompeo diyar kir ku bi Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un re civiyaye û got, di mijara nukleerê pêşveçûn hene.

Pompeo got armanca wan pêkanîna mûtabaqata Sîngapûre û bê nukleerkirina Koreya Bakur e.