Pompeo bû Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Senatoya DYA wezîrtiya Mike Pompeo qebûl kir ku 13'ê Adarê ji bo Wezareta Karên Derve hatibû wezîfedarkirin.

Pompeo ku leşkerekî berê ye û ji Çileya par û vir ve dîrektorê Rêxistina Agahîgirtinê ya Navendî (CIA) bû, bi awayekî fermî bû Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Li ser mijarê li Senatoyê dengdan hate kirin û li hemberî 42 dengên 'na', Pompeo bi 57 dengên 'erê' bû wezîr.

Serokê DYA Donald Trump, bi rêya Pompeo dixwaze 'sekna lawaz' a dema Rex Tillerson ji holê rake. Tê gotin ku bi Pompeo re wê polîtîkaya derve ya DYA hê tund bibe.

Mike Pompeo ku beriya niha sê sedeman ji Partiya Komarger cihê xwe li Meclîsa Nûneran girt, 23'ê Çileya 2017'an dest bi wezîfeya Dîrektoriya CIA kiribû.