Polonyayê qanûnên kontrolkirina dadgeriyê erê kir

Hikumeta mûxafazakar a li Polonyayê, tevî hişyarî û pêkanînên Yekîtiya Ewropayê jî, 'reformên' bi nîqaş ku kontrola desthilatdariyê datîne ser dadgeriyê, dixe meriyetê.

Serokkomar Andrzej Dûda, reforma dadgeriyê ku wê dadgeriya Polonyayê bi temamî bixe bin kontrola desthilatdariyê, erê kir. Dûda tevî ku Komîsyona Ewropayê ragihand ku ji ber xeteriya li ser nirxên Ewropayê wê pêvajoya cezayê bide destpêkirin jî, mohra xwe danî binê vê biryarê.

Dûda ragihand ku wî pêşnûmeyên ku Dadgeha Bilind û Konseya Dadgeriyê ya Neteweyî (NCJ) eleqedar dike, erê kiriye. Serokkomar îdîa kir ku bi van qanûnan re wê 'dadgerî hê bi bandor be'.

DADGER WÊ JI ALIYÊ PARLAMENTERAN VE BÊN DIYARKIRIN

Partî û saziyên mûxalîf ên li ber reforma dadgeriyê radibin, rexneyê dikin ku dadgerî bikeve bin kontrola desthilatdariyê. Bi reformê re wê du ji sê parên 15 endamên NCJ ku heta îro ji aliyê dadgeran ve dihatin hilbijartin, wê êdî ji aliyê meclîsê ve bên hilbijartin. Ji ber ku endamên NCJ re ji aliyê siyasetmedaran ve wê bê diyarikrin, ev yek serxwebûna dadgeriyê ji holê radike.

OPERASYONA TASFIYEKIRINA DADGERÊN DEMA SOSYALÎST

Di çarçoveya reforma ji aliyê Dûda ve hate erêkirin, sînorê emr ê endamên Dadgeha Bilind ji 75'an dadikeve 65'an. Bi vê yekê re tê xwestin ku dadgerên di dema sosyalîst de dest bi wezîfeyê kirine bên tasfiyekirin.

Eger Serokkomar bixwaze, 'li gorî tercîhê' wê endamên Dadgeha Bilind heta 70 saliya xwe karibin li ser wezîfeyê bimînin.