Polîsên Îtalyayê dest danîn ser 14 ton amfetamîna DAÎŞ’ê

Polîsên Îtalyayê diyar kirin ku wan 14 tona amfetamîna DAÎŞ’ê desteser kirine. Hate diyarkirin ku DAÎŞ’ê li Sûriyeyê ev hilberandiye û ev dike bi qasî 84 milyon hebê Captagonê.

Polîsên Îtalyayê diyar kir ku li lengergeha Salerna ya li başûrê Napoliyê amfetamîn desteser kirine. Hate diyarkirin ku di asta global de, ev rêjeya herî mezin e ku hatiye desteserkirin.

DAÎŞ’ê ji bo ku tirsa endamên xwe bişkîne Captagonê dide wan. Tê diyarkirin ku di salên dawîn de DAÎŞ ji bo fînansekirina çeteyên xwe bazirganiya van maddeyên hişber bike.

Polîsan diyar kirin ku wan 84 milyon hebên Captagonê desteser kirine û ev jî dike milyarek eûro.