Polîsê Spanyayê êrîşî çalakiya protestoyî ya ji bo Puigdemont kir

Piştî binçavkirina Serokê berê yê Herêma Katalonyayê li Elmanyayê, li Barselonayê bi hezaran kes daketin qadan. Polîsê Îspanyayê gule bi ser çalakgeran de barand.

Di Cotmeha 2017’an de piştî referandûma serxwebûnê,  Îspanyayê derbe lidarxist û têkildarî Serokê Herêmê Carles Puigdemont biryara girtinê  derxist. Puigdemont neçar ma ku  li Belçîkayê bijî.

Piştî biryara girtinê ya têkildarî Puigdemont, îro li sînorê Elmnayayê Puigdemont hate binçavkirin. Piştî binçavkirinê li Katalonyayê bi hezaran kes daket qadan. Di çalakiya li paytext Barselonayê de polîsên Îspanyayê gule bi ser çalakgeran de barand.

Hate ragihandin ku bûyeran de gelek kes birîndar bûne. Piştî paytext Barselona li gelek bajarên Katalonyayê xwepêşandin didomin.