Polîsan gule berdan ser kesê ku xaça tewandî xêz dikir

Li Stasyona Gare d’Austerlitz a Parîsê polîsan gule berdan ser kesekî ku li ser dîwaran xaça tewandî xêz dikir. Di encamê de kesê bersûc û kesekî ku tu eleqeya wî li gel bûyerê tune, birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Le Figaroyê karmendên yekîneya ewlehiya Stasyona Gare d’Austerlitzê hewl dane ku kesê ku bi boyaxê li ser dîwarên stasyonê xaça tewandî xêz bike, kontrol bikin. Lê belê kesê berbehs "çek" kişandiye polîsan. 

Yek ji karmendên ewlehiyê ku bûyerê weke gefekê dinirxîne,  bi çeka xwe çend gule berdane kesê gumanbar. Piştre derket holê ku çeka kesê gumanbar ne çeka rastîn e. 


Di encama pevçûnê de kesê gumanbar ji zikê xwe bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Her wiha kesekî din jî birîndar bû ku tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye.


Rayedarên Midûriyeta Polîsan dan zanîn ku lêpirsîna têkildarî bûyerê berdewam dike û protokolên ewlehiyê tên lêkolînkirin.