Piştî Trûmp, Pence jî Çîn bi destwerdanê sûcdar kir

Li DYA'yê ku lêpirsîna li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên serokatiyê yên 2016'an dewam dike, niha jî li DYA'yê tê îdîakirin ku Çînê dest li hilbijartinên Kongreyê werdide.

Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mîke Pence rêveberiya Komara Gel a Çînê sûcdar kir ku hewl dide dest li hilbijartinên Kongreyê werde ku wê meha Mijdarê bên kirin. Pence îdîa kir ku Çîn bi amûrên siyasî, aborî û leşkerî bi rêya propagandayê dest li hilbijartinê werdide û got, ev yek hewldana herî aktîf a heta niha ya destwerdanê ye.

Beriya Pence daxuyaniyeke bi heman rengî ji aliyê Serokê DYA'yê Donald Trûmp ve hatibû kirin. Trûmp îdîa kir ku Çîn dixwaze pêşî li serketina Partiya Komarger bigire û ji ber zêdekirina baca malên ji Çînê tê kirîn, hewl didin wî ceza bikin.

Lê belê ne Trûmp ne jî Pence li ser îdîayên xwe yên destwerdana Çînê li hilbijartinên Kongreya DYA'yê delîlek pêşkêş nekirin.