Piştî Sûriyeyê welatê herî xedar Meksîka ye
Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (IISS) ragihand, di sala 2016'an de piştî Sûriyeyê welatê herî xedar Meksîka ye.
Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (IISS) ragihand, di sala 2016'an de piştî Sûriyeyê welatê herî xedar Meksîka ye.
Pisporê IISS Antonîo Sampaîo li Londonê daxuyaniyek da û diyar kir, di nava sala 2016'an de li Meksîkayê 23 hezar kes bi zanebûn hatine kuştin. Hat ragihandin, li Sûriyeyê ku şerê navxweyî lê heye, hejmara mirovên di heman salê de bi zanebûn hatine kuştin, 60 hezar e.
Sampaîo got, "Kêm caran hatiye dîtin, ku şîdeta krîmînal gihîştiye heman asta şerê çekdarî. Ya ku li sêgoşeya bakurê Amerîka Navîn, bi taybetî jî li Meksîkayê diqewime, ev e." Li Hondûras, Gûatemala û Salvadorê, ku weke sêgoşeya bakurê Amerîka Navîn tên binavkirin, 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li van her sê welatan, tevî ku rêjeya cînayetan kêm bû be jî, li Meksîkayê berevajî vê di navbera salên 2015-2016'an de ev rêje ji sedî 11 zêde bû.
Li gorî IISS'ê, ev bûyerên şîdetê têkiliya xwe bi biryara Kanûna 2016'an a Serokkomarê Meksîkayê Felîpe Calderon heye, ku li dijî narkotîkê şer îlan kiribû. Sampaîo got, "Şerê ji ber vê derket, xizanî anî Meksîkayê. Di navbera Kanûna 2016 û Mijdara 2016'an de 105 kes ji ber cînayetên bi zanebûn hatin kirin, jiyana xwe ji dest dan."