Piştî şantaja Tirkiyeyê drama penaberan li Yewnanistanê giran dibe

Bi polîtîkaya şantajê ya dewleta Tirk re ku berê penaberan da ser sînor, drama li kampên li Yewnanistanê giran dibe.

Rejîma Erdogan ku ji bo xwe ji tengaviya li Sûriyeyê rizgar bike penaberan mîna şantajê bi kar tîne û berê wan da sînorê Yewnanistanê bû sedem ku gelek penaber jiyana xwe ji dest bidin.

Piştî vê pêla ji nişka ve ya penaberan, di serî de li Lesbosê zexta li penaberên li gelek giravên Yewnan zêde bû. Herî dawî roja Duşemê ji ber zêdebûna hejmara penaberan li kampa Morîa ya Lesbosê şewat derket û zarokekî Efgan ê 6 salî jiyana xwe ji dest da.

20 HEZAR PENABER DI NAVA ŞERT Û MERCÊN NEMIROVÎ DE NE

Hejmara penaberên li kampa Morîa ya li girava Lesbosê derdora 20 hezar kes in û li binê kon û konteyniran di nava şert û mercên nemirovî de ne. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya penaberan a Yewnanistanê têk çûye.

Bi piştgiriya YekÎtiya Ewropayê li giravên Lesbos, Kîos, Leros, Kos û Samos ên Yewnanistanê kampên penaberan hatin avakirin. Piraniya kampan jî ji konan pêk tê û di zivistanê de kesên li kampê neçar in li derve yan jî hundir agir dadin ku xwe germ bikin. Ev jî dibe sedema mirinê.

Penaberên ku bi polîtîkayên faşîzan ên AKP-MHP'ê ketin rewşeke giran, hefteyên dawî bûn hedefa êrişên nîjadperestên Yewnan. Êriş bi destwerdana polîsan hatin rawestandin.

Pirsgirêka herî giran a li giravan jî zarok pê re rû bi rû dimînin. Elmanya û Fransa jî di nav de gelek welatên Ewropayê ragihandin ku wê 1600 zarokên ku li giravê ne û malbatên wan nîne werbigirin. Tevî vê yekê jî ev hejmar têrker nîne. Ji 40 hezar penaberên li giravan herî kêm 5 hezar ji wan zarok û ciwanên di temenê zarokatiyê de ne ku bi tenê bi rê ketin.