Piştî ceribandina fuzeyan pêkanînên nû ji bo Koreya Bakur tê kirin

Koreya Bakur duh ragihandibû ku ceribandinekî nû ya fuzeyên navbera parzemînan kirîbû. Ceribandina fuzeyan ji bo DYA’yê fikar çêkir û Serok Donald Trûmp ragihand ku wê li dijî rêveberiya Pyongyang pêkanînên nû pêkbînin.

Bakurê Koreyê duh piştî ceribandina fuzeyan ragihand ku bi ceribandina dawî re îdîa kir ku êdî xaka Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî di menzîla çekên nukler de ye.

Piştî daxuyaniyên di navbera herdu welatan de, hate ragihandin ku di navbera DYA û Çînê de hevdîtin çêbûye. Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê twîtterê ev hevdîtin ragihand û diyar kir ku bi Serokê Dewleta Çînê Xî Jîppîng le li ser ‘çalakiyên provakatîf’ ên Koreya Bakur gotubêj kirine.

Trûmp hefteya derbasbûyî hinek pêkanîn li ser kargehên Koreya Bakur û Çînê ragihand û li ser vana jî pêkanînên nû ku rêveberiya Pyongyang dike hedef ragihand. Lê belê Trûmp têkildarî pêkanînan ti agahiyek neda.