Piştî 40 sal diyar bû ku êrîşeke rastgiran e

Li Elmanyayê beriya çil salan êrîşek pêk hatibû û di encamê de 12 kes miribûn, bi fermî hate qebûlkirin û êrîş ji hêla Naziyên rastgirên radîkal ve hatiye kirin.

1980'yî li Mûnîhê ya Elmanyayê êrîşek hatibû ser festîvaleke rêz û rêçikî ya bi navê Oktoberfestê û 12 kes miribûn.

Gundolf Kohler jî, ê ku ev êrîşa bombeyî pêk anîbû di êrîşê de miribû û bi salan li ser psîkolojiya takekesî ya Kohler hatibû sekinandin, carinan jî dema lêpirsînê di çapemeniyê de derketibû ku Kolner plansaziya wê dikir ku bi zanebûn êrîşê bike stûyê komên çepgir.

Hin şahidan gotibûn Kohler beriya bombeyê biteqîne bi du kesan re axiviye û êrîş ne tenê karê kesekî ye lê di lêpirsînê de ya ku 2005'an hatî vekirin ti encameke teqez nehatibû standin. Ji ber gumana ku Kohler ne bi tena serê xwe ye, 2014'an dîsa lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di lêpirsînê de hate gotin bandorên siyasî yên teqîna 1980'yî ya beriya hilbijartina giştî ya federal jî di nav armancên êrîşê de ne.

Li gorî nûçeyên di medyaya Elmanya  Êrîşa Oktoberfestê êrîşa terora rastgir a radîkal e. Rayedarekî payebilind ê di lêpirsê de ji Suddeutsche Zeîtûngê re axivî û diyar kir, piştî 30 salan bûyer zelal bûye.

Kohler ê ku bombe teqandî bi milîsên Neonazî re, yên bi navê Wehrsportgruppe Hoffmann re perwerdehî dîtibûye.