Pirsgirêka avê ya li Iraqê: Sefîrê Bilind ê YE'yê jî nexweş ket

Li Basrayê ku navenda xwepêşandanên li Iraqê ye, ji ber pirsgirêka ava gemarî heta niha zêdeyî 90 hezar kes nexweş ketine.

Rewşa sosret hîn jî dewam dike. Hate ragihandin ku Sefîrê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê li Iraqê Ramon Bleûca jî ji ber ava ku li Basrayê vexwar nexweş ketiye. Bleûca bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, hate tespîtkirin ku sedema nexweşiya wî ji ber ava gemarî ya li Basrayê vexwariye.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan aIraqê, li Basrayê di nava mehên dawî de herî kêm 90 hezar kes ji ber ava vexwarine nexweş ketine. Eşkere bûbû ku ava behrê tevlî ava vexwarinê ya ku ji aliyê otorîteyên dewletê û herêmî ve hate belavkirin bûye û ji ber vê yekê mirov nexweş ketine.