Piraniya mirovên ji tayê dimirin zarokên kêmî 5 salî ne

Her sal 450 hezar kes li gelemperiya cîhanê ji ber tayê jiyana xwe ji dest didin. Piraniya van jî zarokên kêmî 5 salî ne.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji ber kêm derfetên tenduristiyê yên li herêmên cuda yên cîhanê, her sal bi sed hezaran mirov ji ber tayê jiyana xwe ji dest didin.

NEH JI DEH NEXWEŞAN LI AFRÎKAYÊ NE

WHO ragihand, sala 2016'an 216 milyon nexweşên tayê hatine tespîtkirin û ev hejmar li gorî sala 2015'an bi 5 milyonî zêde bûye. Zêdeyî 90 ji sedî yê van nexweşan li Afrîkayê hatin tespîtkirin.

Li dijî tayê hê derziyek nehatiye dîtin. Karên ji bo pêşîgirtina lê jî têrê nakin. Nexweşiya tayê herî zêde li welatên Afrîkayê ku derfetên tewadiyê lê kêm e, rê li ber mirina mirovan vedike. Sala 2016'an 445 hezar kes ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan. 407 hezar ji van li AfrÎkayê rû da.

PIRANIYA MIROVÊN DIMIRIN ZAROKÊN KÊMÎ 5 SALÎ NE

Ji ber tayê herî zêde zarok jiyana xwe ji dest didin. Sala 2016'an serê du deqeyan carekê zarokek ji ber tayê mir. Ev jî tê wê wateyê ku di nava salekê de 250 hezar kes mirin.