Pîlotên dilxwaz wê li Derya Spî koçberan rizgar bikin

Bi hatina biharê re tê payin ku hejmara drama koçberan a li Derya Spî zêde bibe. Du pîlotên Fransayî ragihandin ku bi tecrûbeya xwe ya bi salan wê bi balafireke biçûk a keşfê hewl bidin koçberan rizgar bikin.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, du pîlotên bi navê Benoit Micolon ve José Benavente balafirek bi cûreyê Colibri kirî û wê hewl bidin li Derya Spî koçberan rizgar bikin.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku her du Fransayî sala 2006'an di dema perwerdeya pîlotiyê de hev nas kirine û bi 130 hezar Euro yê heta niha dane ser hev, balafireke biçûk a bi cûreyê MCR-4S kirîne û wê li Derya Reş dest bi keşfê bikin.

KEŞFA BI BALAFIRAN BI 100 QATÎ JI YA BI KEŞTIYAN XURTIR E

Her du pîlotan diyar kirin ku ew dixwazin hîn bêhtir mirovan rizgar bikin û dan xuyakirin ku keştiyên saziyên alîkariya însanî botên penaberan nikarin bi hêsanî tespît bikin. Pîlotan anîn ziman ku wê li peravên Lîbyayê ji nizm ve bifirin û kefşên ku bikin wê bi 100 qatî ji yên bi keştiyan xurtir bin. Pîlotan bi bîr xistin ku tenê ji destpêka vê salê ve zêdeyî 500 penaber li peravên Lîbyayê xeniqîn.

Her du pîlot îro dest bi karê xwe dikin. Pîlot dibêjin ku bi vê rêyê ew dixwazin koçberên di bot û keştiyan de ber bi Îtalyayê bi rê dikevin, rizgar bikin.

Li Lîbyayê bi sed hezaran koçberên Afrîkayî bi botên plastîk an jî keştiyên kevn û biçûk berê xwe didin Îtalyayê. Tê texmînkirin ku di nava 20 salên dawî de zêdeyî 30 hezar kes li Derya Spî xeniqîne.