Peymana nukleerê ya Îranê li Brukselê hate nirxandin

Ji bo rizgarkirina peymana nukleerê ku DYA xwe jê vekişand, hevdîtinên li Brukselê dewam dikin. Îranê ragihand ku ew ji danûstandinên li ser peymanê tên kirin 'xweşbîn' e.

Peymana nukleerê sala 2015'an di navbera Îran, DYA, Elmanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Brîtanyayê de hatibû îmzekirin. Piştî ku Serokê DYA Donald Trump xwe ji peymanê vekişand, rewşeke xetere li ser peymanê derketibû holê.

Li gel helwesta DYA, welatên din û Yekîtiya Ewropa dixwazin peymana ku tesîsên nukleerê yên Îranê li kontrola navneteweyî vedike, biparêzin.

Bi vê armancê duh bi şev civîneke bilind li Brukselê hate kirin. Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Brîtanya, Fransa, Îran û Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Polîtîkaya Derve û Ewlekariyê Berpiryar Federic Mogherini tevlî civînê bûn.

Wezîrê Karên Derve yê îranê Mûhammed Zarîf piştî hevdîtinê daxuyanî da û îdîa kir ku Bruksel "destpêkeke baş e". Zarîf diyar kir, di hevdîtinê de hê encameke zelal derneketiye û got, hefteyên bê wê encamên girîng derkevin holê.