Peymana Libyayê, banga DYE’yê û sabotaja Erdogan

Li Libyayê alî li ser agirbesteke mayinde û demildest li hev kirin. Li gorî peymanê divê leşkerên kirêkirî derkevin. Washîngtonê xwest ku leşkerên kirêkirî vekişin. Erdogan hewl da ku agirbestê sabote bike.

Neteweyên Yekbûyî 23’yê Cotmehê ragihand di navbeyna qenadê Halîfe Hafter û Hikûmeta Yekîtiya Netewî de peymaneke agirbesta giştî û domdar hatiye danîn.

Alî li Cinêvê piştî hevdîtinên pênc rojan Peyman mohr kirin. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres agirbest slav kir û got, ‘’Ji bo aştî û aramiyê gaveke girîng e.’’

Ji konferana Berlînê ya Çileya 2020’an ve sê komîsyon ji bo derketina ji nav krîzê hevdîtin dikirin. Di hevdîtên dawî yên Cinêvê de mijarên ewlehî û leşkerî hatin axaftin.

Peyman weke pêşketineke girîng hate nirxandin lê hê nayê zanîn bê ka li qadê wê firaze çawa be.

Li gel vê delegasyona du aliyan jî diyar kirin ew ê rêgezên Cinêvê demildest bi cih bînin.

Li gorî peymanê leşkerên kirêkirî di nav 90 rojî de divê ji welêt derkevin û ev dem 23’yê Cotmehê dest pê dike. Bicihanîna vê xalê ji bo aştiyê pir girîng tê dîtin.

Komîteyên leşkerî yên hevpar wê çavdêriyê li bicihanîna peymanÊ bike, wê li ser avakirina mekanizmaya vekişînê û avakirina hêza hevpar bisekine, ku ev hêza hevpar wê ewlehiya welêt bi cih bîne.

Erdogan ê ku destek dida hikûmeta Trablûsê, çek û pere û pereyên kirêkirî dişand dest bi sabotekirina agirbestê kir.

Serokkomarê Tirk Recep Tayip tinazê xwe bi peymanê kir, got ti ewlehiya wê nîne û got, ‘’Peymana agirbestê ya ku hatî danîne ne bi asteke bilimnd e, bi asta herî jêr e. Em ê bibini bê ka ev ê çi qasî mayinde bibe.’’

Piştî peymanê DYE’yê jî daxuyanî da û xwest ku ‘’şervanên biyanî’’ derkevin. Sefareta DYE’yê ya Libyayê di daxjuyaniyê de got, ‘’Peyman, ji bo kêmikrina rageşiyê, aramiyê û ji bo şervanên biyanî derkevin gaveke mezin a hemû Libyayiyan e .’’