Peymana DYE û Talîban, hêviya aştiyê û nediyarî

DYE û Talîban xwe hazir dikin ku Şemiyê li Qetarê peymanê îmze bikin, her wiha derbarê dahatuya Efxanîstanê ku ev 40 sal in di şer de fikar zêde dibin. Piştî peymanê wê çi bibe ne diyar e.

Agirbesta berteng ya ji bo heftiyekê ku bi çarçoweya muzakereyên ku Îlonê li bajarê Doha ya Qetarê dest pê kirî Şemiyê diqede. Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo, Înê bi daxuyaniyekê got, di şeş rojên bihurî de tundî bi asteke beloq kêm bûye. Tê payin ku 29'ê Sibatê di navbeyna Washîngton û tevgera Talîban de peymanek were danîn. Wê Pompeo jî tevlî îmzekirina peymanê bibe.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp daxuyaniyek da, bang li Efganiyan kir ku, ''siûda aştiyê ji dest bernedin''. Trûmp got, ''Heke Talîban û hikûmeta Efgan hurmetê ji sozên xwe re bigirin, wê rêyeke me hebe ku li Efganîstanê em dawî li şer bînin û leşkerên xwe vegerînin malê.''

DAGIRKIRIN HÊSAN E TERIKANDIN ZEHMET E

Ev hemû geşedan, hêviyekê dide ku êdî dawî li şer were lê dîsa jî şîroveyên, ''rêya aştiyê hê pir dirêj e'' têne kirin. Tenê rasthatiniyeke an na ne diyar e lê peymana navborî hate ser salvegera 31'ê ya vekişîna artêşa Sowyetan. Vê carê hêzeke dî ya super vekişînê muzakere dike. Şerê 20 salan an jî dagirkeriya DYE'yê ya li Efganîstanê mîna lîsteyeke dirêj a serneketinê tê nirxandin. Ev destwerdana ku êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê hincet hate nîşandan û dest pê kirî, bû şerekî ku dawî lê nayê. Navê wê bû şerê herî dirêj ê dîroka DYE'yê. Ev rewş gotineke Efganan bi bîra me dixe ku dibêje, 'dagirkirin hêsan e, rêveberin bi kulfet e û terikandin zehmet e''.

Li gel peymana ku dide ber xwe DYE dawî li hebûna xwe ya li leşkerî ya ji 2001'an ve li Efganîstanê ye bîne jî, hê fikar xilas nebûne. Ji vî alî ve nediyarî didomin.

Heke peyman serkeftî be, armanc ew e ku ji  hêze operasyonel a Emerîkayê ku li derdora 13 hezarî ne, kêmî 8 hezar û 600'î bikin. Ji bo ku ev hijmar kêmtir bibe, divê li bendê muzakereyên di navbeyna Talîban û hikûmeta Efgan de bimînin.

Lîderê koma Heqqanî Sîraceddîn Heqqanî ku ji New York Tîmesê re nivîsî, got,''Her kes ji şer westiya'' û gotibû , ew di niyeta şer de jidil in.

Lê di nav 10 salan de nêzî 100 hezar mirovên sivîl di şerê navxwe de mirin û ji bo ku dawî li vî şerê navxwe were dibe ku ev gav têrê nekin.