Peyman bi kêr nehat, ji Tirkiyeyê gelek kes dibin penaber

Ligel peymana Enqereyê ya bi Brukselê re ya li ser penaberan, derket holê ku hejmara penaberên ku ji Tirkiyeyê berê xwe dane axa Yekîtiya Ewrûpayê ji salan 2017’an zêdetir e.

Di hejmara îro ya rojnameya ‘Welt am Sonntag’ê de ya ku li Elmanyayê weşana xwe dike, nivîsên navxweyî yên Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê hebû. Di nivîsê de tê qalkirin ku peymana li ser penaberan a ku wan bi desthilatdariya AKP’ê çêkiriye, bi kêr nehatiye û hejmara penaberên ji Tirkiyeyê yên li ser axa Ewrûpayê roj bi roj zêdetir dibe.

Li gorî nivîsê, ji serê vê salê heta meha nîveka meha Îlonê ji Tirkiyeyê 38 hezar kes ji bo penaberiyê ji Tirkiyeyê çûne axa Yekîtiya Ewrûpayê. Ev hejmar ji ya sala 2017’an zêdetir e û zêdebûn jî li ser 43 ji sedî ketiye.

36 hezar penaber derbasî Yewnanistanê bûne û yên din jî berê xwe dane Îtalya, Bûlgaristan û Kibrisê. Hate diyarkirin ku îsal 4500 penaber jî ji Tirkiyeyê gihiştina YE’yê.

TIRKIYEYÊ EW Ê SÎNOR BIGIRTA

Yekîtiya Ewrûpayê di Adara 2016’an de bi Enqereyê re li ser penaberan peymanek çêkiribû. Li gorî vê peymanê 3 milyon penaberên ku ji Sûriye, Iraq û Efganistanê hatine, ew ê li Tirkiyeyê werin sekinandin. Ango ew ê Tirkiyeyê sînor bigirta. Rejîma Erdogan jî wê beramberî vî tiştî 6 milyar eûro pere bistenda.

Brukselê heta niha nîvê van pereyan da û di Adara borî de biryar dan ku yên mayî jî di demeke kurt de bidin. Beriya ku Erdogan were Elmanyayê, Elmanyayê biryar dabû ku para xwe 500 milyon Eûroyan bide Enqereyê.

3 milyon Eûro ew ê ji paran parek ji kaseya YE’yê û yên mayî jî ew ê welatên endam bidana. Elmanya, Fransa, Avûstûrya, Swêd, Danîmarka û Fînlandiyayê bi hinceta ku Erdogan pereyê projeyan stendiye û proje pêk neaniya, nerazîbûn nîşan dabûn.