Pêşnûmeya li ser wargehên li Şerîa Rojava hate vekişandin
Pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya li ser sekinandina çêkirina wargehên Yahûdî li Şerîa Rojava, ku ji aliyê rêveberiya Misrê ve hat pêşkêşkirin, di kêliya dawî de hat taloqkirin.
Pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya li ser sekinandina çêkirina wargehên Yahûdî li Şerîa Rojava, ku ji aliyê rêveberiya Misrê ve hat pêşkêşkirin, di kêliya dawî de hat taloqkirin.
Pêşnûmeya ji aliyê hikûmeta Misrê ve hate amadekirin û pêşkêşî dengdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hate kirin, ji ber zextên Îsraîlê hate vekişandin. Tê gotin, Îsraîlê hevkariya xwe ya bi çeteyên Îslamî yên tund ên li Çola Sînayê re bi kar aniye û bi vî rengî zext li Midrê kiriye.
Li gorî nûçeyên xwe dispêrin çavkaniyên dîplomatîk ên li Neteweyên Yekbûyî, rêveberiya DYA ya nû ya bi serokatiya Donald Trûmp, 'ji bo têkilî nekevin rewşeke aloz' dibe ku ev pêşnûme hatie taloqkirin.
Misrê di pêşnûmeya xwe de dixwest, Îsraîl dawî li avakirina wargehên Yahûdî li Şerîa Rojava ya Fîlîstînê bîne. Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin, ku ji bo van wargehan 'hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin'. Li gorî vê pêşnûmeyê, Rojhilatê Qûdsê jî di nav de tê xwestin avakirina wargehên nû derhal bê betalkirin.