Pêşî li êrîşa nû ya WannaCry hate girtin
Hat ragihandin, pêşî li êrîşeke nû ya vîrûsa bi navê 'WannaCry' hatiye girtin, ku vê vîrûsê roja Înê li 150 welatan xwe gihandibû sed hezaran kompûterî.
Hat ragihandin, pêşî li êrîşeke nû ya vîrûsa bi navê 'WannaCry' hatiye girtin, ku vê vîrûsê roja Înê li 150 welatan xwe gihandibû sed hezaran kompûterî.
Li gorî daxuyaniya şîrketa bi navê Check Poînt Software Technologîes, ku navenda wê li paytexta Îsraîl Tel Avîvê ye, vîrûsa bi navê WannaCry ji nû ve ketiye nava tevgerê, lê pêşî li belavbûna wê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, vîrûsa ku duh nîvro hate tespîtkirin di kêliyekê de bi kompûterekê dikeve û bi rêya tedbîran pêşî lê hatiye girtin. Li gorî vê yekê, bi saya tedbîrên şîrketê, vê vîrûsê nekarî li nava kompûteran bi cih bibe.
Roja Înê êrîşeke berfireh a sîber hate kirin û li 150 welatan, bi taybetî êrîş li servîsên cemaweriyê û şîrketên pir neteweyî hate kirin. Vê êrîşê bandor li zêdeyî 200 hezar kesî û saziyan kir. Tevî nexweşxaneyên li Îngilîstanê, gelek wezaret û şîrketên ragihandin, telekomunîkasyonê yên welatan zerar dîtin.
Tê texmînkirin, korsanên kompûterê, ji bo vê êrîşa sıber bikin, ji valahiya ewlekariyê ya ku Daîreya Ewlekariyê ya Neteweyî ya DYA (NSA) jî bi kar tîne, sûd wergirtine. Hatibû ragihandin, bi rêya vîrûsên ku li nava dosya yan jî lînkan hatine bicihkirin, êrîş hatiye kirin.
Vîrûsa bi navê "WannaCry" di heman demê de bi navê "WannaDecryptor", "WanaCrypt0r 2.0" û "WCry?" jî tê naskirin. Li derveyî vîna bikarhêner li bernameyên ji bo armancên nebaş tê bicihkirin û piştî daneyên bikarhêner bi dest dixe, ji bikarhêner 300 heta 600 dolarî pere tê xwestin. Pere jî bi rêya bîtcoîns tê dayîn.