Pêşangeha 'Gotina dawî ya dayika min' a Hogir Ar li Kolnê ye

Pêşangeha 'Gotina dawî ya dayika min' a hunermend Hogir Ar li Kolnê tê nîşandan.

Pêşangeha 'Gotina dawî ya dayika min' a hunermend Hogir Ar wê li bajarê Koln ê Elmanyayê li navenda çandê ya Mouches Volantesê pêşkêşî hunerhezan bê kirin. Pêşangeh wê di navbera 22'ê Adarê û 26'ê Nîsanê de her roj saet di navbera 16:00 û 20:00 de vekirî be.

Pêşangeh li ser bingeha hişê kolektîf û şexsî hate danîn, giraniyê dide ser mijarên zext, travma û berxwedanê. Berhemên ji ber bîranînên zarokatiyê yên hunermend hatine amadekirin, van gotinên dayika wî ji xwe re dike esas: 'Dawiya dawî ya goristan e, yan jî girtîgeh e'.

Ev hevok qala çîrokeke şexsî bi tenê nake, di heman demê de işaretê bi şer, koça ji neçarî, kuştinên kiryar nediyar û rastiyên bi vî rengî yên civakî yên li Bakurê Kurdistanê dike.

Ar di berhemên xwe de qala girîngiya têkoşîna Dayikên Şemiyê, piştevanî û berxwedana li dijî zextê dike.

Navnîşana pêşangehê: Mouches Volantes – Ebertplatz Passage 1, 50668 Köln
Vekirin: 21'ê Adara 2025, 19:00-21:00
Dema pêşangehê: 22'ê Adarê- 26'ê Nîsana 2025
Saetên serdanê: Her roj saet di navbera 16:00-20:00

https://www.mouchesvolantes.org/