Pereyê Îranê li hemberî dolar têk diçe
Dovîzê Îranê ji roja Duşemê ve li hemberî dolar têk diçe.
Dovîzê Îranê ji roja Duşemê ve li hemberî dolar têk diçe.
Di 6 mehên dawî de riyalê Îranê rêjeya 1 ji 4’an nirx winda kir. Li gorî Marketa Financial Information ku di mijara bazara dovîzê de malpereke referans e 1 dolar ji 50.860 riyalê Îranê tê firotin.
Dovîzê Îranê cara yekem di piyaseya serbest de li dijî dolarê Emerikayêê sînorê 50 000 riyal derbas kir. Ev rewş jî dide diyarkirin ku çiqas ji hedefa resmî hatiye dûrxistin. Hikûmetê roja Duşemê bi fermî nirxê riyal li dijî dolar 37 hezar 684 diyar kiribû.
PEYAMÊN JI DYA’YÊ TÊ FIKARAN ZÊDETIR DIKE
Li gorî pîsporan Îraniyan li gorî nûçeyên bi fikar ên ji rojeva Emerîkayê tê refleksan nîşan dide. Serokê DYA Donald Trump beriya niha 2 kesên li dijî Îranê xistibû nava rêveberiya xwe. Ji bo Wezareta Karê Derve petronê CIA Mike Pompoe û John Bolton jî weke Şêwîrmendê Ewlehiya Netewî tayîn kir. Gelek çavdêr radigihînin ku Trump wê di meha Gulanê de ji hevpeymana nukleer a bi Îranê re vekişe. Ev jî tê wateya pêkanînên aborî.
Analîzvanê malî Navîd Kelhor ê li Îranê wiha dibêje; “Ez dibînim ku gelek mirov li gelek welatên cîran veberhênan dike. Ji ber ku ji pêşeroja hevpeymana nukleerê tirs tê belavkirin.”