Pênûmeya Qudsê ya li NY’yê hate erêkirin

Pêşnûmeya Quds a li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyiyê (NY) hate dengdan, bi dengê piranî welatên endam hate erêkirin.

Li dijî biryara nasandina Quds a weke paytexta Îsraîl a ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) ve hate diyarkirin, dengdayina li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ku berê hatibû kirin ji aliyê DYA’yê ve hatibû redkirin.

Pêşnûmeya ku divê statuya Qudsê bi rêyên muzakereyan bê diyarkirin 9 li dijî derketin, her wiha 128 welatan erê kir, 35 welat jî dengê bê alî bikar anîn. Lê ji bo bi temamî pêşnûme bê erêkirin, divê ji 193 welatan herî kêm 130 welat dengê erê bikar bîne.

Nûnerê NY’Yê Danny Donnon ê li ser navê Hikûmeta Îsraîl beriya dendanê daxuyaniyek da, diyar kir ku wê biryara NY’yê nas nekin û destnîşan kiribû ku dev ji Qdusê bernadin. Dannono wiha got: “Ne ti biyarên NY’yê, ne ti axaftinên vala û ne jî ti Desteyên Giştî nikarin me ji Qudsê dûr bixe.”

Her wiha beriya dengdanê jî Serokê DYA’Yê Donald Trûmp jî diyar kiribû ku wê li hemberî welatên ku dengê erê bikar bîne, hişyariya wê pêkanînên malî û leşkerî li ber çavan re derbas bikin.