Penaberên ku YE’yê li Lîbyayê ragirtî di nava mercên xedar de ne

Piştî peymana li ser penaberan a navbera welatên Yekîtiya Ewropa û Lîbyaya ku di nava kaosê de hate kirin û şûnde hate ragihandin ku rewşa jiyana penaberan hê xerdartir bûye.

Lîbya di xala penaberên Efrîkayî derbazî Ewropa dibin de cih digire. Di vê rêya bi zehmet û mirin re bi Derya Spî re derbasî Ewropa dibin. Di nava van 4 salên dawî de ji 600 hezar penaberan zêdetir ji welatê Bakûrê Efrîka bi Lîbyayê re derbazî peravên Îtalya bûne.

Welatên Yekîtiya Ewropa li ser navê koça penabertiyê kêm bike bi Lîbya re peyman îmze kirin. Di sala 2017’an bi peymanên li pêşberî alîkariyên darayî, di asteke diyar de rêjeya koçberan hate kêmkirin, lê ev ji bo mercên koçberan baş nekir. Hate ragihandin ku koçberên li kampên li Lîbyayê hatin çêkirin, di nava mercên pir xedar de dijîn.

BÛYERÊN ÊŞKENCEYÊ ZÊDE BÛNE

Nûnerên herêmî yên Trablusê dan ragihandin ku piştî peymanê rewş koçberan gelek xirabtir bûye. Li gorî nûçeya Reûtersê nûnerê civaka Sûdanê Osman got: “Bûyerên êşkenceyê zêde bûne. Rêya deryayê hate girtin. Eger hûn derbaz nebin, hê zêdetir êşkence pêk tê.”

PENABER JI DESTÊ ÇETEYEK RADESTÎ DESTÊ ÇETEYEK DİN TÊ KIRIN

Erîtrelî Hatîce ya ku bi dildarî alîkariyê dide penaberên Efrîkayî got: “ Weke çeteyan kar dikin, penaber ji çeteyek radestî çeteyek din tên kirin.”

Erîtelî anî ziman ku mirov bi destê ticaran tên kirîn û firotin. Herî zêde ev tora ticaran ji aliyê mirovên ji Rojhilatê Efrîqa û Lîbyayê ve tên birêvebirin. Ticar ji bo malbatan teşwîq bikin ku pereyan ji bo wan rê bikin, êşkence dikin û dîmenên wan weke şantaj bikar tînin.

BI AWAYEKE ASAYÎ DI BAZARÊ DE BI MEZAD TÊN FIROTIN

Televîzyona CNN’ê di Mijdara derbaz bûyî de dimenên penaberên ku ji Sahra Atli Efrîkayê hatin di bazarên paytext Lîbyayê de bi awayeke asayî bi mezadê dihatin firotin weşandibûn. Rêxistina Efû ya Navneteweyî jî di rapora meha Kanûnê parvekirî de jî, diyarkiribû ku koçberên li Lîbyayê di nava şert û mercên giran de ne. Kiryarên dij mirovî li ser tên kirin.

Lîbya ji 2011’ê piştî mudaxaleya NATO a bi xwîn a li dijî rejîma Kaddafî û pêve di nava kaosê de dijî. Tevî ku 6 sal derbas jî bû hê jî aramî û heyîna weke dewletê tine ye.