Paşînyan: Tirkiyeyê Azerbaycan dehf da

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Tirkiyeyê Azerbaycan ji bo şer dehf da û destnîşan kir, ku agirbest jî ji ber heman sedemê bi cih nehatiye anîn.

Paşînyan ji rojnameya Lîberatîon a Fransayê re axivî û li ser sedema pêknehatina agirbesta navbera Ermenistan û Azerbaycanê wiha vegot:

"Tevî ku ev statu li gel Ermenistanê hate qebûlkirin, Azerbaycanê agirbest red kir. Eşkere bû ku Tirkiye wê destûr nedabûya ku hevalbendê wê agirbestê bidomîne. Di dema danûstandinan de aliyê Tirk diyar kir ku ew naxwazin şer rawestîne. Eger destwerdana Tirkan nebûya vî şerî destpê nedikir. Yê ku Azerbaycan ji bo êrişê sor kir, Tirkiye bû. Yekîneyên Tirk tevlî êrişan bûn. Fermandarî ji leşkerên Tirk ên payebilind pêk tê. Ya ku leşkerên ji bo pereyan şer dikin û terorîst ji Sûriyeyê derbasî herêma şer a Qerebaxê kir û ew ji bo êrişê kirê kir Tirkiye bû. Ev yek tesadûf nîne. Divê ev yek di çarçoveya destwerdana dewleta Tirk a li derdora Derya Spî, Sûriye, Iraq, Lîbya, Yewnanistan û Qibrisê bê nirxandin."

'EV NE TENÊ ŞEREKÎ POLÎTÎK E, HER WIHA HEWLDANEKE QIRKIRINÊ YE'

Paşînyan diyar kir ku ti carî agirbesteke rasteqîn nebû û paytexta Komara Qerebaxê Stepanakert û bajarên din hatin bombekirin. Paşînyan di mijara bangkirina li dilxwazan a ji bo tevlîbûna li eniyê wiha axivî: "Belê. Ev şer ne tenê polîtîk e. Hewldanek ji bo qirkirina gelê Ermen e. Mîna her gelê ku gefa tunekirinê li ser heye, divê em jî xwe biparêzin. Bi taybetî derketina ji şer em ji bo niha weke yekane rê dibînin; divê dijminatî tavilê bi dawî bibe. Dibetiyeke din nîne. Di rewşeke berevajî de Ermen wê li herêmên di kontrola Azerbaycanê de ne bi paqijiya etnîkî re rû bi rû bimînin."