Paşînyan: Armanca Erdogan qirkirin e

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Erdogan çek daye Azerbaycanê û got ku “Ji ber ku ew dixwaze qirkirineke din pêk bîne.”

Nîkol Paşînyan ji rojnameya Corrîere della Sara ya Îtalyayê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk stratejiya xwe ya li Behra Spî, Lîbya, Sûriye û Iraqê dixwaze li Başûrê Kafkasyayê jî pêk bîne.

Paşînyan got ku “Armanca vê polîtîkaya wan ev e ku li her derê belav bibin. Serokkomarê Erdogan diyar kir ku ew naxwaze Azerbaycan dawî li dijminatiyê bîne. Heke ne ji mudaxeleya yekser a Tirkiyeyê bûya, wê ev şer dest pê nekira. Tirkiyeyê teşwîq kir ku Azerbaycan êrîşî Komara Qerabaxa Jor bike. Leşkerên Tirk êrîşên xwe didomînin. Lê ne bi tenê ev e. Azerî çeteyên ji Sûriyeyê hatine jî bi kar tîne. Ev terorîst ji aliyê Tirkiyeyê hatine şandin.”

ARMANC ZELA E: QIRKIRIN

Paşînyan got ku “Armanca Tirkiyeyê zelal e. Qirkirin e. Tirk dixwaze li ser gelê Ermen qirkirineke din bide destpêkirin. Ez ji civaka navneteweyî dipirsim, gelo em ê çawa bi terorîstan re agirbestê îmze bikin? Êrîşî me kirin û wekî her kesî divê em xwe biparêzin. Tekane rêya bidawîkirina dijminatiyan naskirina Artsahê ya di qada navneteweyî de ye. Yan na wê hemû Ermenên di bin kontrola Azerbaycanê de werin kirin. Ji ber ku Ermen li pêşiya belavbûna Tirkan astenga dawîn e.”