Partiya Pûtîn li Moskowayê kêm kir

Partiya desthilatdar a Rûsyayê di hilbijartinên meclîsa bajêr a Moskowayê de yek ji sê yê kursiyan winda kir, lê belê hîn jî li meclîsê giraniya xwe heye.

Şêniyên Moskowayê Yekşemê ji bo hilbijartinên xwecihî û herêmî dengê xwe bi kar anîn. Li gorî ajansa RIA'yê, partiya desthilatdar 26 ji 45 kursiyan wergirt û li meclîsa bajêr bû xwedî giranî. Partiya Rûsya Yekbûyî ya li desthilatdariyê beriya niha 38 kursiyên xwe hebû.

Hilbijartinên Moskowayê ji ber dûrxistina gelek namzetên mûxalîf û ji ber çalakiyên protestoyî yên havînê weke hilbijartineke cihê nîqaşê dihate dîtin.

Yek ji kesên ku namzetiya wî hate redkirin Aleksey Navalnî yê mûxalîf bû. Sempatîzanên Navalnî dibêjin, desthilatdariyê bi zanebûn Navalnî li derveyî hilbijartinê hiştiye.

Partiya Komunîst jî di hilbijartinên Moskowayê de hejmara kursiyên xwe ji 5 kursiyan derxist 13 kursiyan.

Partiya Labloko ya mûxalîf a lîberal û partiya Rûsya Adîl jî her yek ji wan sê kursî wergirtin.