Partiya hindikayiyan a li Elmanyayê dîsa ket meclîsê!

Partiya Hindikayiyên Danîmarkî ya li Elmanyayê (SSW), cihê xwe di meclîsa eyaletê de girt.

Di hilbijartinên Eyaleta Schleswîg Holsteîn a Elmanyayê de, ku roja Yekşemê pêk hat û partiya Serokwezîr Angela Merkel (CDU) bi ser ket, partiya hindikayiyên Danîmarkî Yekîtiya Hilbijêrên Başûrê Schleswîg (SSW) bal kişand. Ev partiya ku benda ji sedî 5'an a hilbijartinê li pêş wê nîne, bi rêjeya ji sedî 3,5'an cihê xwe di meclîsa eyaletê de girt.

Li Bakurê Elmanyayê, li herêmên ser sînorê Danîmarkayê ye, li Eyaleta Schleswîg Holsteîn û Eyaleta Hambûrgê dijîn. Li gorî daneyên fermî hejmara wan bi qasî 50 hezarî ye. Lê belê tevî vê hejmarê jî hindikayiyên Danîmarkî li Elmanyayê xwedî gelek mafên siyasî ne.

Di hilbijartina Eyaleta Schleswîg Holsteîn a roja Yekşemê de, hindikayiyên Danîmarkî careke din bal kişandin. Yekîtiya Hilbijêrên Başûrê Schleswîg (SSW), ku hindikayiyên Danîmarkî temsîl dike, tevî ku ji sedî 3,5 ê dengan stand jî cihê xwe di meclîsa eyaletê de girt. Ji ber ku partiya SSW a di sala 1948'an de hate damezrandin, li derveyî benda hilbijartinê tê hiştin.

SSW di hilbijartinên sala 2012'an de bi roleke krîtîk rabû bû. SSW di wê demê de 4 kursiyên li meclîsê bi dest xist û bi desteka xwe ya ji bo hikumeta eyaletê ya sosyal demokrat-Keskan, bi roleke krîtîk rabû bû. Ji ber vê destekê jî, wezaretiyek radestî SSW hatibû kirin.

Ji parlamentera hindikayiyan Anke Spoorendonk re li Eyaleta Schleswîg Hosteînê wezîfeya Wezareta Edaletê hatibû dayîn. Partiya Hindikayiyên Danîmarkî di hilbijartina roja Yekşemê de jî 3 kursiyên li meclîsa eyaletê bi dest xist.

SSW: EM Ê BI TI AWAYÎ BI AFD RE NEXEBITIN

Di hilbijartinê de CDU bi rêjeya ji sedî 33'an bû partiya yekemîn, SPD bi rêjeya ji sedî 26'an bû partiya duyemîn, Partiya Keskan ji sedî 13 û FDP jî ji sedî 11 ê dengan standin.

Partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) jî bi rêjeya ji sedî 5,5'an cihê xwe di meclîsê de girt. Heman piştî hilbijartinê, nîqaşên li ser koalîsyonê dest pê kirin. Tê payîn CDU bi partiyên Kesk û FDP re 'koalîsyona Jamaîka' ava bike.

Li pêşberî koalîsyoneke bi vî rengî, partiya Hindikayiyên Danîmarkî SSW tevî sosyal demokrat û AfD li mûxalefetê dimîne. SSW destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî bi partiya radestgir AfD re nexebite.