Parlementerê Kirimê, ji bo Kîevê Tirkiye hişyar kir

Yurî Gûempel ê endamê parlementoya Kirim a girêdayî Rûsyayê diyar kir, ku pejirandina tevlîbûna Tirkiyê ya “Platforma Kirim” ê wê bibe “Xetayek stratejîk.”

Serokê komîsyona dîplomasî û peywendiyan a navbera etnîseteyan a Parlementoya Kirimê Yûrî Gûempel ê ku ji ajansa Rûs Spûtnîk re axivî, got “Tirkiye tevlî projeya Kîevê ya bi navê ‘Platforma Kirim’ bibe, wê xetayek stratejîk çêbibe.”

Li gorî Gûempel diyar kirî, ev platform di rastiya xwe de lihevkirinek li dijî Kirimê ye, ger Tirkiye tevlî platformê bibe Rûsya bi tenê windakirina itifaqek bi bawer namîne, wê ji bo tûrîstên Rûs jî ji rêgehek balkêş derbikeve.

Erdogan li Stenbolê di civînek hevpar çapemeniyê de gotibû, Tirkiye qebûl nake ku Kibris bi Rûsyayê ve bê girêdan û hewl dide ku bi Kîevê re piştgiriya Tatara Kirimê bike.

Kirim piştî di Sibata 2014’an de li Ûkranyayê darbe hate pêkanîn, heman salê di meha Adarê bi referandûma hatî lidarxistin bi Rûsyayê ve hatibû girêdan. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî diyar kiribû ku meseleya Kirimê heta dawî hatiye girtin.