Parlementerê Îranê: Li hundir dijminekî ji DYE’yê mezintir heye!

Parlementerê Îranê Huseyîn Maksûdî bal kişand ser bêkarî û xizaniya di navbera dewlemend û xizanan de û hişyarî da ku ev kes wê dawiya rejîmê bînin.

Wekîlê Îranî Huseyîn Maksûdî ku roja Înê li meclîsê axivî, got, “Dijminê me yên hundirîn, ne DYE ye.”

BÊKARÎ, BÊHÊVÎTÎ, DEPRESYON, ZEDEBÛNA FERQA DI NAVBERA DEWLEMEND-XIZANAN DE

Li gorî malpera News Wîre ya Îranê, Maksûdî gotiye, “Di hundir de dijminê me yê ji DYE’yê mezintir heye, ew jî bêkariya ciwanan, marjînalbûn, mezinbûna ferqa di navbera dewlemend û xizanan de, enflasyon, bêhêvîtî, depresyona ciwanan û cêwaziyên di navbera olî û etnîkî yên welat de ne.”

Ev demeke dirêj e ku yek ji rojeva sereke ya Îranê bêkarî ye. Lê belê di van salên dawî de ev bêkarî her ku çû zedetir bû. Piştî DYE’yê Gulana 2018’an diyar kir ku ji peymana nukleerê vekişiyaye û fişarên li ser Îranê ji nû ve anîn rojevê, krîza welêt a siyasî û aborî kûrtir bû. Gelek kargeh û şîrketan top avêtin, an jî li ber îflasê ne.

BI MÎLYONAN KES BÊKAR E

Rojnameya hukumetê Emtîaz Daîly, di 14’ê Gulanê de raporek par ve kir diyar kir ku ji kesên salên 80’î hatî dinyayê, ji 8.16 mîlyon kesan nêzî 3 mîlyon kes bêkar in.

21 MÎLYON KES KÊŞEYÊN WAN ÊN DERÛNÎ HENE

Li aliyê din li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê eşkere kirî, 21 mîlyon Îranî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û ev jî nîşan dide ku ji 4 kesan yek, pirsgirêkên zihnî dijî.

Di raporeke ji hêla Etûde Gallûp ve hatî weşandin de jî Îran di nav 5 welatan de yên ku herî zêde di nav sefaletê de ne.

DEWLEMENDIYA ELÎTAN, METIRSIYEKE JI DYE’YÊ MEZINTIR E

Maksûdî, di axaftina xwe ya li meclîsê de bal kişand ser elîtên li welêt û diyar kir ku metirsiya van elîtan ji ya DYE’yê mezintir e.