Parlementa Bexdayê ji ber dagirkeriya Tirk li hev dicive

Parlamenta Iraqê wê ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ambargoya li ser Balafirgeha Silêmaniyeyê bicive.

Li gorî nûçeya RojNews’ê endamê Komîteya Veguhastinê ya Parlamenta Iraqê Fatîn Qerexolî ji rojnameya Sebah a ku li Iraqê weşandê dike re axivî û anî ziman ku ku beriya niha wan balafirgeha Silêmaniyeyê ziyaret kirine û der barê ambargoya li ser balafirgehê de bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kirine.

Fatîn Qerexolî nerazîbûn nîşanî ambargoya Tirkiyeyê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyeyê da ku binpêkirina serweriya Iraqê ye û anî ziman ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şîa El Sûdanî ji bo çareseriya dîplomatîk a pirsgirêkê bang kir.

Li gorî heman nûçeyê, endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Mihemed Şemerî jî anî ziman ku wê meclîs bi awayekî cidî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser deverên cuda yên parêzgeha Dihokê nîqaş bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê Şemerî got, "Parlamenta Iraqê wê di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan bide."

Li ser bê ka wê kengî rûniştina meclîsê pêk were rojnameyê ti agahî parve nekir.