Parlamenterê Elman ji ber Erdogan nekarî biçe meclîsê!

Dewleta Elman ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan tedbîrên ewlehiyê yên ku tu cihî nehatî dîtin pêk tîne. Wekîlê partiya Çeg Stefan Lîebîch ji ber ewlehiya Erdogan nekarî têkeve Meclîsa Federal.

Parlamenterê Elman Lîebcîh li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyanî da û got ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve ketina wî ya Meclîsa Federal hatiye astengkirin.

Lîebîch got ji ber hevdîtina Erdogan û Merkel hemû ketinên endamên muxalefetê hatine girtin û nerazîbûn nîşanî hikûmeta Merkel da.

Wekîlê Partiya Çep Lîebîch qala diyaloga xwe ya bi yekîneyên ewlehiyê ya demê astengkirinê de kir û wiha got; “Tevî ku min got parlamenterim, nehiştin ez têkevim hundir. Tenê ji bo Erdogan û Merkel bicive hemû qanûn tên binpêkirin. Spas Merkel.”