Parlamenta Brîtanyayê xebitandina ferdên malbatê qedexe kir

Li Îngilîstanê hat qedexekirin, ku ferdên malbatên endamên parlamentê li karê mîn şêwirmendiyê werin xebitandin.

Li gorî daxuyaniya Saziya Standartên Parlamenta Serbixwe (IPSA) biryarek hatiye standin ku bi vê yekê re wê pêkanînên bê exlaqî yên têkildarî parlamentên Kamara Avam bên astengkirin.

Li gorî vê yekê, tê qedexekirin ku parlamenter ferdên malbata xwe yan jî xizmên xwe weke şêwirmend an jî asîstan bixebitînin. Hat ragihandin, ev biryar wê piştî hilbijartinên giştî yên sala 2020'an derbas bibe.

Piştî rewşeke sosret a li Parlamenta Brîtanyayê di sala 2009'an de rû da, IPSA hat avakirin. Li gorî daneyên vê saziyê, 150 ji 650 parlamenterên li Kamara Avamê, endamên malbata xwe weke şêwirmend dixebitînin.

Hat hînbûn, 84 ji van parlamenteran ji Partiya Mûxafazakar a li desthilatdariyê ye (Torîes) û 50 jî endamên Partiya Karker (Laboûr) e.

Di sala 2009'an de jî hatibû tespîtkirin ku 204 parlamenteran 220 mal endamên malbata xwe dane xebitandin.