Parlamenta Îranê dixwaze Wezîrê Aboriyê ji wezîfeyê bigire
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, parlamenta Îranê ji bo wezîrê aboriyê ji wezîfeyê bigire dest bi prosedurê kir.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, parlamenta Îranê ji bo wezîrê aboriyê ji wezîfeyê bigire dest bi prosedurê kir.
Endamê parlamentê Ahmad Naderî li rûniştineke parlamentê axivî ku di televîzyonê de hate weşandin û gor, "Ji bo Wezîrê Aborî û Maliyeyê Abdulnasir Hemmatî ji wezîfeyê bê dûrxistin prosedurek gihîşt rêveberiya parlamentê."
Li gorî qanûnên Îranê, wezîrek beriya dengdana pêbaweriyê divê di nava 10 rojan de derkeve pêşberî parlamentê û daxuyaniyê bide parlamenteran.
Destpêkirina prosedurê piştî civîna veşartî ya navbera Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û wezîrê aboriyê kete rojevê ku li ser nirxandina rewşa nebaş a aboriyê hate lidarxistin.