Parlamenotya Katalonyayê serxwebûn îlan kir

Li Katalonyayê di dengdana parlemetoyê de ji bo îlankirina serxwebûnê ya yek alî, pêvajoya destpêkirinê qebûl kir.

Parlamentoya Katalonyayê ku ji bo krîza bi rêveberiya navendî ya Spanyayê re binirxîne li hev civiya. Parlamentoyê destpêkê ji bo cûdabûna ji rêvebriya Madrîdê destpêkirina pêvajoya destûra bingehîn erê kir. Piştre derbasî dengdayîna serxwebûnê bû.

Di dengdayîna veşartî de, li Meclîsa ku ji 135 kursiyan pêktê ji bo serxwebûnê 70 deng û ji bo neserxwebûnê jî 10 deng derket. Di dengdayÎnê de jî 2 deng vala derketin.

Li aliyê din Serokê Spanyayê Marîano Rajoy jî ku di twîtterê de nîvîsek weşand û wiha got: “Ez ji hemû Spanyolan hêvî dikim ku aram bin. Dewleta hiquqê wê li Katalonyayê qanûnan bixe dewreyê.”

Li Katalonyayê di referandûma serxwebûnê ya di 1’ê Cotmehê de 90 ji sediyê gel ji bo serxwebûnê gotibûn ‘erê.