Parîs û Berlîn nerazîbûn nîşanî ‘provakasyonên’ Tirkiyeyê da

Frans û Elmanya nerazîbûn nîşanî ‘provakasyonên nayên qebûlkirin’ ên dewleta Tirk a li Behra Spî da, destnîşan kir ku li diyalogê nevegerin wê pêkanînan werin sepandin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan, bi hevpîşeyên xwe yê Elmanya û Polonayê re piştî civiya diyar kir ku Tirkiye ‘çalakiyên provakasyon ên nayên qebûlkirin’ didomîne. Le Drîan got: “Bi rastî jî dixwazin hewlesta Tirkiyeyê bigihînin zelaliyekê.”

Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas jî diyar kir ku vegerîna keştiya lêgerîna gazê ya Tirk a li sînorên ava Yûnanê ‘provakasyoneke nû ye ku bi teqezî nayê qebûlkirine.’

Her du wezîran destnîşan kir ku eger ku Tirkiye heta lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya di meha Kanûnê de bi dawî neke, berovajî daxuyaniyên ku wê pêkanîn li ser bê sepandin bibîr xist.

‘DIYALOG NEBE, EM Ê DENGEYA HÊZÊ QEBÛL BIKIN’

Wezîrê Karê Derve yê Fransa got: “Top niha li qada Enqerê ye” û wiha domand: “Her çendî armanca me ya hevpar diyalogek rast bi Tirkiyeyê re kirin be jî, domandina provakasyonên nû yên Tirkiyeyê em amade ne ku dengeya hêzê qebûl bikin.”

Heîko Maas jî da diyarkirin ku wê hefteyekê li bendê bimînin bê ka wê Tirkiye helwesta xwe biguhere yan na û got: “Wê piştre Yekîtiya Ewropayê li gorî helwesta heyî biryar bide.”