Parîs û Berlîn li hemberî plana NATO’yê ya li dijî DAIŞ’ê ya DYE’

Hat ragihandin ku Fransa û Elmanya li dijî projeya Amerîkayê ye ya ku dixwazin NATO zêdetir beşdarî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bibe.

Li gorî nûçeyeke Reûtersê ya xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk, Parîs û Berlîn li hemberî projeya NATO’yê bi fikar in a ku di projeyê de beşdariya wan zêdetir dike.

Elmanya û Fransa bi fikar e ku NATO rastî rewşeke wekî ya Efganistanê were, ev proje li hin welatên Ereb bibe sedema nerazîbûnan û bi vê re ew û Rûsya jî werin hemberî hev.

Rayedarekî NATO’yê yê payebilind diyar kir ku Parîs û Berlîn ne alîgirê vê projeyê ne û welatên wekî Yewnanistan û Îtalya jî xwe nêzî vê projeyê nakin.

Rayedar diyar kir ku, “Jixwe 28 endamên NATO’yê tevkariyê dikin” û bibîr xist ku 68 welat tevkariyê dike û hemû welatên NATO’yê di vê koalîsyonê de ne.

Hê tu rayedarên Fransiz û Elman derbarê vê meseleyê şîroveyek nekirine.

Tê payîn ku hefteya were di civîna NATO’yê de li ser vê meseleyê li hev bikin.