Parêzvanên Erdogan ên êrîşkar li Berlînê ne
Parêzvanên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan sala borî li Washîngtonê êrîşî gel kiribû. Derket holê ku Erdogan van parêzvanên xwe aniye Berlînê jî.
Parêzvanên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan sala borî li Washîngtonê êrîşî gel kiribû. Derket holê ku Erdogan van parêzvanên xwe aniye Berlînê jî.
Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan îro hate Berlînê. Derket holê ku hin parêzvanên Erdogan ên ku di Gulana 2017’an de li Washîngtonê êrîşî Kurdan kiribû, Erdogan ew bi xwe re aniye Berlînê.
Parêzvanên êrîşkar ên Erdogan di wêneyan de diyar dibin.
Salao borî dewleta Elmanyayê di civîna G-20’an de destûr nedabû ku 12 parêzvanên Erdogan werin. Wê çaxê di navbera Enqere û Berlînê de alozî çêbûbû û ji bo ku tu êrîş pêk neyê, destûr nehatibû dayîn ku parêzvan çekê bi xwe re bigerînin.