Pandemiya Covîd-19’ê: Hejmara miriyan 6 hezar derbas kir

Pandemiya Covîd-10 a koronavîrusê li temamî dinyayê bû sedema mirina 6 hezar kesan.

Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn de 105 kes ji ber koronavîrusê mirin. Li dinyayê jî hejmara miriyan bû 6 hezar û 36.

Li gorî bîlançoya AFP’ê ya ku ji çavkaniyên fermî wergirtiye, heta saet 13.30’an li temamî dinyayê 159 hezar û 844 kes ji ber koronavîrusê nexweş ketine.

Li Çînê 3 hezar û 999 kes mirine. Li Ewropayê jî vîrus zêde belav dibe û heta niha 1907 kes ji ber vîrusê mirine.

Di 24 saetên dawîn de li Îspanyayê 2 hezar nexweş hatin tespîtkirin.

Li gelek welatên Ewropayê tevdîrên tund hatin wergirtin. Gelek welatan rewşa awarte îlan kirin û bajar xistine karantînayê. Dibistan, mixaze, restoran û kargeh hatine girtin.

Elmanyayê jî biryar da ku piştî Duşemê sînorên xwe yên bi Fransa, Swîsre û Evûstûryayê bigire.