Pandemî çiye, yên herî kujer kîjan bûn?

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Çarşemê got, hêla Covîd-19 veguheriye ser pandemiya global. Pandemî çiye, çi cihêtiya wê ji şewbê heye, daxuyaniya WHO tê çi maneyê?

Covîd-19 ku Kanûna 2019'an li Çînê derketî holê, ji hêla WHO'yê ve Çarşemê weke pandemiyê hate ragihandin.

Li gorî WHO'yê dema ku ''nexweşiyek bi asta global berbelav bibe'' têgeha pandemiyê tê bikaranîn. Di rûpela WHO'yê de ya têkilî pandemiyê tê gotin vîrûsên ku dibine sedema pandemiyê ji vîrûsên grîbal tên ku ev jî ji ajalan tên. Beriya Covîd-19'ê dema hêla H1N1 (grîp A) jî weke pandemiyê hatibû ragihandin.

Cihêtiya di navbeyna hêlê û pandemiyê de, têkilî asta nexweşiyê ye. Dema ku mirov bala xwe dide ser qonaxên destpêkê yên mînaka Covîd-19'ê, herêma Wuhanê ya Çînê weke tekane cihê berbelavbûnê yê vîrûsê dihate nirxandin û ji ber vê pênaseya hêlê li ser nehatibû kirin. Dema ku behsa grîba demsalî tê kirin, gotina hêlê tê bikaranîn. Ji ber ku ev nexweşî bi giştî li herêmeke dayî û li demek diyar peyda geş dibe. Vîrûsên HIV û Ebolayê û Covîd-19 a berdest bi pandemiyê têne nirxandin.

Dema ku WHO nexweşiyekê bi rengê hêleke pênase dike, ev tê vê maneyê ku hemû endamên WHO'yê (196 dewletên endam) divê li gorî Verastkirina Tenduristiyê ya Navneteweyî biçin. Li gorî vê verastkirinê dewletên endam, ji bo ewlehiya tenduristiya global mîsoger dikin ku hevkariyê bi hev re bikin.