Pandemî belav dibe, WHO hişyariyên nû da

Pandemiya Covîd-19 a bû sedema mirina bi hezaran kesî bi lez û bez belavî cîhanê dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo vîrûsê got: “Dijminê mirovahiyê’. Merkel jî anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve pirsgirêka herî mezin e.

Li tevahî cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gihişte 8 hezar û 91’ê. Hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine weke 199 hezar û 470. Ji ber ku li gelek welatan test bi sînordar tên kirin, tê texmînkirin ku hejmar ji ya tê ragihandin zêdetir bin.

‘DIJMINÊ MIROVAHIYÊ’

Midûrê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs bi daxuyaniyekê ji bo vîrûsa Korona got: “Dijminê mirovahiyê.”

WHO: DIVÊ EFRÎQA ŞIYA BIBE

Ghebreyesûs her wiha ji bo Efrîqa di warê gefa vîrûsa nû ya Efrîqyê de bang kir ku ‘şiyar’ bibe û xwe ji ya hê xirabtir re amade bike û got: “Pêşniyara herî baş ji bo Efrîqa divê xwe jiya herî xirab re amade bie û niha xwe jêre amade bike.

LI ÎTALYAYÊ REKORA TRAJÎ: DI ROJEKÊ DE 470 KES MIRIN

Bîlançoya herî giran a rojê ji Îtalyayê hate parvekirin. Di daxuyaniya Parastina Sivîl de hat ragihandin ku di nava 24 seatên dawî de li welat 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bilanço li welatekê di nava rojekê de boyera herî girane.

Hejmara miriyan gihişte 2 hezar û 978 kesan, bilançoya wê nêzî welatê Çina ku pandemî lê derketî. Çin a ku nifusa wê 1 milyar û 400, li gorî rêjeya fermî jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn 3 hezar û 200 kesin.

Li Îtalyayê di nava 24 seatên dawî de li ser 4 hezar û 207 kesan nexweşiya koronavîrosê hat teshîş kirin. Heta niha li tû deran rêjeyek bi vî awayî derneketiye.

Rêjeya kesên mirî û kesên bi vîrûsê ketin yên li welatên din jî wiha ne: Îran bi kêmanî 17 hezar û 160 kes bi vîrûsê ketine û hezar û 135 kes jî mirin. Spanya 13 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine û bi kêmanî jî 500 kes mirin. Li Fransa jî 7 hezar û 730 kes bi vîrûsê ketine û bi kêmanî 175 kes mirine.

MERKEL:PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUYEMÎN Û VIR VE PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN E

Serokwezîra Elmanya Angela Merkel daxuyaniyek da û ji bo vîrûsa Covîd-19 diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve pirsgirêka herî mezin e. Merkel a li ser televîzyonê cara pêşî banga netewî kir got: “Ji yekbûna Elmanyayê û vir ve, na ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve girêdayî yekbûna me ya hevpar û vir ve pirsgirêke bi qasî vê mezin nebûye.”

OTEL VEGUHERÎN NEXWEŞXANEYAN

Li Elmanyayê otel û cihên mezin veguherîn nexweşxaneyan. Avahiyên demkî, wê ji bo beşên lezgîn ên nexweşxaneyan bibe alîkar.

LI QIRALYETA YEKBÛYÎ NÊZÎ 100 KES MIRIN

Li Qiralyeta Yekbûyî hejmara kesên mirin gihişte 100’î, hikûmetê ragihand roja Înê ve dibistan wê bigirin.

LI DYE’YÊ DI 24 SAETAN DE HEJMARA MIRIYAN BÛ DU QAT

Li DYE’yê ji ber şewba Covîd-19’an bi lez hejmara miriyan zêde dibe. Di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên mirî du qat zêde bû ango gihişte 200 kesî. Serok Dewletê DYE’Yê Donald Trûmp di çarçoveya têkoşîna bi şewba vîrûsê re hinek tedbîrên nû ragihand. Li gorî vê, heta dawiya meha Nîsanê kirêdar divê ji malên xwe derkevin û heciz jî hatin rawestandin.