Pakêtên bi guman ji Pentagonê re tên şandin

Pentagonê diyar kir ku vê hefteyê pakêtek ji wan re hatiye şandin û di pakêtê de jehreke xurt a wekî rîsînî tespît kirine.

Berpirsê ragihandinê yê Pentagonê Dana Whîte diyar kir ku hin pakêt ji Pentagonê re hatine şandin û di van pakêtan de jehreke gelekî xurt a wekî rîsînê dîtinê.

Whîte ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wan lêpirsîn dane destpêkirin.

Rîsîn 6 hezaran caran ji sîyanurê xurttir e û jehreke gelekî bi şîddet e. Heke were xwarin, bêhnkirin û enjektejirin tu jehrkujeke li dijî wê tune.

Roja Duşemê ji Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs û şefê US Navyê John Rîchardson re herî kêm du pakêtên bi guman hatin şandin. Polîsên Pentagonê ev bûyer hewaleyî FBI’yê kir.

Nameyeke din a bi guman di 1’ê Cotmehê de ji Serokê DYA’yê Donald Trûmp re hate şandin. Hate diyarkirin ku name neketiye nav sînorên Qesra Spî û têkildarî naveroka nameyê tu tiştek nehate diyarkirin.