Paketa bi bombe ji Yewnanîstanê hatiye Elmanyayê

Derket holê, paketa bi bombe ya ku duh bi rêya postayê ji Wezareta Maliye ya Federal a Elmanyayê hat şandin, ji Yewnanîstanê hatiye birêkirin.

Derketibû holê, di paketekê de ku bi rêya postayê ji navenda postayê ya Wezareta Maliyeyê re hat şandin, madeyên teqemeniyê hene. Hat îdîakirin, ku armanca vê hewldanê Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaûble ye. Tê gotin, bi saya lêgerîna polîsan ku ji paketê ketibûn gumanan, pêşî li felaketeke hatiye girtin.

Li aliyê din, derket holê ku paketa bi bombe ji Yewnanîstanê li ser navê Cîgirê Serokê partiya Demokrasiya Nû (ND) a li mûxalefetê Adonîs Georgîadîs hatiye şandin.

Li gorî nûçeya di malpera nûçeyan a Iefîmerîda hat weşandin, paket ji aliyê kesên nasname nediyar ve li ser navê Georgîadîs ji herêma Attîcayê hatiye şandin.

Adonîs Georgîadîs li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û got, "Mixabin ev henek nîne. Terorîst timî êrîşî min dikin."

Georgîadîs li ser mijarê ji kovara Der Spîegelê re axivî û bibîr xist, ku ew bi destekdayîna Schaûble tê sûcdarkirin. Georgîadîs anî ziman, lêpirsîna li ser paketa bi bombe ya ji Elmanyayê re hatiye şandin, ji aliyê polîsê Elman ve tê meşandin.