Operasyona li Îdlibê ji nû ve destpê kir

Li herêma Îdlib a Sûriyeyê piştî 4 rojên agirbestê êrîşên çeteyan û bombebarana rejîmê ji nû ve destpê kir.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê artêşa Sûriyeyê îro opersyona leşkerî ya li dijî Îdlibê ji nû ve da destpê kirin.

Televîzyona dewleta Sûriyeyê beriya êrîşa hewayî ragihand ku ‘komên terorîst’ ji herêma Lazkiyeyê obus avêtin baregeha leşkerî ya Rûsyayê. Di êrîşa li dijî Hmeîmîm a cîranê Îdlibê de hate ragihandin ku ‘windahiyên mezin ên mirovî çêbûne’ lê têkildarî hejmarê agahî nehate dayîn.

Di daxuyaniya artêşa Sûriyeyê ya di televîzyona dewletê de hatî weşandin de hate gotin; “Komên terorîst ên Tirkiyeye piştgiriya wan dike agirberst red kirine û gelek êrîş li dijî sivîlan pêk anîn. Operasyona leşkerî ya artêşê wê ji nû ve destpê bike û bersiva êrîşan bide.”

Çavkaniyeke leşkerî ku ji ajansa nûçeyan Sana yê re axivî wiha got; “Komên terorîst saet 15:30’an baregeha hewayî ya Hmeîmîm kirin hedef û bûn sedam windahiyên mirovî û madî yên girîng.”

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan piştî çend deqeyan hêzên hewayî yên Sûriyeyê bombe li Han Şeyhûn a dikeve başûrê Îdlibê barandin.