Operasyona DYE’ya li dijî tiryakfiroşên Meksîkayê: 600 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên 6 mehên dawîn de yên ku DYE li dijî tîryakfiroşên Meksîkayê li dar xist, herî kêm 600 kes hatin destgîrkirin. Roja Çarşemê di operasyonê de 250 kes hatin destgîrkirin.

Berpirsê Saziya Têkoşîna Li Dijî Tiryakê (DEA) ya DYE’yê Ûttam Dhîllîon daxuyanî da çapemeniyê û got ku “Di operasyona marê pîton de, hêzên DYE’yê derbeke giran li kartêla bi navê ‘Jalîsco New Generatîon Cartel’ê dan.”

Li gorî Dhîllon vê rêxistina krîmînal sentez jî tê de gelek tiryak û maddeyên hişbir hildiberînin.

Rayedaran diyar kirin ku kesên di astên bilin de hatine destgîrkirin. Vê rêxistina di bin fermana Nemesîo Oseûgera yê bi nasnav El Mencho de ye, awayê rêxistinbûna wê pîramîdal e.

Bazirganê tiryakê Osegûera ji sala 2014’an û vir ve li ser wî lêpirsîn heye. DYE diyar kiribû ku kesên ji bo girtina vî kesî agahiyan bidin wan ew ê 10 milyon dolar xelatê bide wan.

Xeleqa li derdora malbata vî kesî teng dibe. Kurê wî Rûben jî di sala 2015’an de li Meksîkayê hate girtin û di meha Sibatê de radestî DYE’yê hate kirin. Keça wî ya bi nasnavê Nagra, Jessîca Johanna jî 15 roj berê li Washîngtonê hatibû destgîrkirin.

DYE di 6 mehên dawîn de di operasyonan de 600 kes destgîr kir. Roja Çarşemê di operasyonê de 250 kes hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku 20 ton jî tiryak hatiye desteserkirin.

Di Kewçêra 2018’an de rayedarên Emerîkayê diyar kiribû ku ev kartel her meh 5 ton kokaîn û 5 ton metanfetamînê tînin DYE’yê. Ev kartel li Meksîkayê êrîşî leşker û polîsan jî dike. Di sala 2015’an de endamên vê kartelê êrîşî helîkoptereke leşkerî kiribû, 20 leşker û polîsek kuştibû.