Omer Çelik: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk derbarê pêvajoyê de got, "Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin."

Omer Çelîk derbarê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de got,"Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin. Bi taybetî dema ku hawirdora kaotîk a ku cîhan tê de derbas dibe di ber çavan de derbas dikin, ji hêla her kesî ve tê dîtin ku yekîtiya me ya civakî, mezinkirina pîvana demokrasiya xwe û bi gelên li herêmê û cîranên xwe yên nêzîk re di nav hevgirtineke mezin de bin gelekî bi qîmet e.”