NYT: DYA li dijî Hûsiyan yekîneyên taybet şand

Hate îdîakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li dijî milîsên Şîa Hûsî yên li Yemenê, yekîneyên taybet şandiye Erebîstana Siûdî.

Rojnameya New York Times (NYT) di nûçeyeke xwe de ragihand ku li dijî  Hûsiyên li Yemenê yên destekê ji Îranê digirin, DYA komek ji leşkerên kumik kes ji bo alîkariyê şandiye Erebîstana Siûdî. Hate gotin ku yekîneyên hatine şandin tevlî şer nebûne û li ser sînorê Yemenê hatine wezîfedarkirin.

Li gorî nûçeyan New York Timesê, yekîneyên taybet ên ji Erebîstana Sûîdî re hatine şandin, bi karê tespîtkirina cihên fuzeyên veşartî yên Hûsiyan û tinekirina van fuzeyan wezîfedar in.

Li gorî rojnameyê, yekîneyên bi navê Green Berets meha Kanûnê ber bi sînorê Yemenê ve hatine şandin û tenê li aliyê Erebîstana Siûdî mane, derbasî aliyê din ê sînor nebûne.

Li ser nûçeya rojnameyê Pentagonê heta niha şîrove nekiriye.