NY: Li Somaliyê 275 hezar zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Somaliyê ya ku birçîbûn lê gelekî zêde ye banga alîkariyê kir û hişyarî da ku ji ber birçîbûnê 275 hezar zarok li ber mirinê ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyiyê Antonîo Gûeterres ê di konferansa ji bo alîkariya Somaliyê ya li Londrayê de axivî got ku ji bo alîkariyên mirovî îsal pêdivî bi 900 milyon dolar fonê heye. Gûeterres bal bir ser vê yekê ku ev fonên hanê heta dawiya salê pêwistiya xwe heye.

Antonîo Gûterres diyar kir ku li wê derê şerê bi Eş Şebab ê girêdayî El Kaîdeyê didome û ji 11 milyon mirovan pêdiviya 6 milyon kesan bi alîkariyê heye. Gûeterres got, 275 hezar zarok jî, ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne.

Hin caran şer sekinîbe jî ji sala 1991’ê û vir ve li Somaliyê şer heye. Ji ber ku artêş li hemberî çeteyên El Şebabê ditengije yekîneyên leşkerî yên girêdayî Yekîtiya Efrîkayê mudaxeleyî şer kiribûn. Çete ji sala 2010’an û vir ve ligel ku ji Mogadîşûyê ya ku paytext e vekişiyane jî li herêmê gelek êrîş pêk tên.

Di konferansa li Londrayê de li ser alîkariya ji bo Somaliyê disekinin.