NY: Li Lubnanê ji agirbestê ve zêdetirî 70 welatî hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Lubnanê ji destpêka agirbestê ve di encama êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 70 kes hatine kuştin.

Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Lubnanê ji destpêka agirbesta dawiya sala 2024’an heya niha bi dehan welatî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.

Berdevkê UNHCR’ê Thameen Al-Kheetan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê daxuyaniyek da û got: ‘’Li gorî agahiyên destpêkê ji destpêka agirbestê heya niha li Lubnanê herî kêm 70 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.’’

Thameen Al-Kheetan diyar kir ku ew ji ber vê rewşê gelekî xemgîn e û destnîşan kir ku hê jî zêdetirî 92 hezar welatî dûrî cih û warên xwe dijîn.

Li gorî Rojnameya Lubnanê ya bi navê L'Orient-Le Jourê jî ji 27’ê Mijdara 2024’an heya niha li Lubnanê herî kêm 138 kes ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.